Welatiyekî Merîwanî bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgehê hat veguhastin

19:11 - 7 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 16`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Muslim Qadirpûr” temen 22 salî û kurê “Fireydûn” xelkê gundê “Golçêr” yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatî endamê yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê bûye û piştî zivirîn bo Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wî bi danîna barimteyê heta dema dadgehî kirinê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.

“Muslim Qadirpûr” piştire ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê “Merîwan”ê ve bi tohmeta endambûn di yek ji partiyên dijberên hikûmeta Îranê bi 3`ê meh û 10 roj girtîgehê hatibû cezadan.