Welatiyekî Merîwanê bo girtîgeha ewlehî ya bajarê Sineyê hate veguhastin

16:39 - 28 Kanûna Paşîn 2021

Roja Duşemî 22ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Feramerz Mihemedî” xelkê bajarê Merîwanê û rûniştiyê bajarê Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, û bo lêpêçînê bo yek ji navendên ewlehiyê li bajarê Sineyê hate veguhasatin.

Hêzên ewlehî bi bê bebûna belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wî û navbirî digel hevjîna wî binçav kirin û hevjîna wî piştî 2 demjimêr lêpêçînê hate azadkirin.

Feramerz Mihemedî, li pêwendiyek telefonî digel malbata xwe ragihand ku bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hatiye veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.