Welatiyekî Kurdê, xelkê bajarê Pîranşarê bi cezayê girtîgehê hat mekûmkirin

18:07 - 30 Tebax 2022

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Luqman Qadirî” kurê Ezîz, xelkê “Peswê” û rûniştiyê bajarê “Pîranşar”ê ji aliyê taya 102 a dadgeha cezadanê, ya wî bajarî bi 2 sal û 7 meh û 16 roj girtîgehê hat cezakirin.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi “endametî di yek ji partiyên Kurdî” tohmetbar kiriye û ew cezaya roja Yekşemî 6ê Xermananê, ji wî welatiyê Kurd reli girtîgeha bajarê “Urmiyê” de hatiye ragihandin.

Ew welatiyê Kurd Pûşpera îsal piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Pêncşemî 29ê Rezbera sala 1400an a roj, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd li rêya “Pîranşar bo Peswê” binçav kirine.