Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Sineyê bi hepsê hate cezadan

18:42 - 5 Nîsan 2020

Roje Yekşemî 17`ê Xakelêwe, taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê bi serokayetiya dadwer “Se`îdî” cezaya 3 meh û 1 roj heps li ser “Ferdîn Mewlûdî” de sepand.

Taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, ew welatiyê Kurd bi “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” tohmetbar kirin.

Ew welatiyê Kurd xelkê bajarê Sineyê ye û berê jî endamê yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê bû, ku roja Çarşemî 20`ê Sermawez a sala 1398`an, ji aliyê hêzên Îtila`at a îdareya îtila`atî a bajarê Sineyê ve hatibû binçavkirinê.