Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Rewanserê dawî bi jiyana xwe anî

17:13 - 8 Adar 2020

Çend roj beriya niha, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ferîd Muxtarî” xelkê gundê “Dewletava” a ser bi bajarê Rewanserê, li rêya xwe kuştinê ve dawî bi jiyana xwe anî.

Ew welatiye bi sedema hejarî û kasibiyê xwe kuştiye.

Di wê derheqê de, roja Înê 9`ê Reşemê, nûgihanekî temen 16 salî û xelkê bajarê Çirdawlî a ser bi parêzgeha Îlamê, bi sedema hejarî û dest tengiyê, ji rêya xwe darvekirinê ve dawî bi jiyana xwe anîbû. Nasnameya wî nûgihanê nehatiye ragihandinê.

Amarên xwe kuştinê ne tenê di Kurdistanê de belkî di seranserê Îranê de rû li zêdeûnê kiriye, lê sebeba wê ku di Rojhilatê Kurdistanê de xwe kuştin rû li zêdebûne, bo nebûna geşeya aborî û siyaseta hikûmeta Îranê bo nebûna pêşketinê wedigere.