Welatiyekî Kurd xelkê bajarê Pîranşarê piştî gazîkirin bo Îtla`at a Spaha Pasdaran hate binçavkirin

13:54 - 22 Gulan 2021

Roja Sêşemî 28`ê Banemer, welatiyekî Kurd bi navê “ Îbrahîm Uftade” temen 43 salî, rûniştiyê gundê “ Zêwe” yê ser bi bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirin bo Îtla`at a Spahê, hate binçavkirin.

Li gorî gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo yek ji girtîgehên Spaha Pasdaran li bajarê Nexede, hetiye veguhastin.

Wê çavkaniyê herwisa got, heya niha lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdar bûn ji qedera navbirî bê encam maye.

Heya dema belavbûna wî nûçeyî, li sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatî sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.