Welatiyekî Kurd piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`ata Merîwanê hate binçavkirin

17:28 - 28 Tebax 2021

Roja Pênşemî 4`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Resaî”, temen 26 sal, kurê Reşîd û xelkê gundê “Serdoş”ê ser bi bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`ata wî bajarî hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye bi rêya peyvendiyeke telefonî bo îdareya Îtla`ata bajarê Merîwanê hatibû gazîkirin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema gazîkirin û binçavkirina “Mihemed”, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.