Welatiyekî Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin

17:10 - 27 Nîsan 2020

Roja Şemî 6`ê Banemer, welatiyek bi navê “Cemîl Xadim” yê temen 42 salî, ji sêrêya “Sêro” a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Hêzên ewlehî sebeba binçavkirina wî ciwanê Kurd, “alîkarî digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” dane zanîn.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, lipeyketina malbata “Cemîl Xadimî” bo agadar bûn li qeder û cihê navbirî bê encam maye.