Welatiyekî Kurd piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Sineyê hat veguhastin

11:55 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Çarşemî 15`ê Pûşperê, welatiyê Kurd yê bi navê Peyman Selevatî, piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê li girtîgeha îtlaata bajarê Sine bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hat veguhastin.

Ev welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtina digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Roja Duşemî 4`ê Pûşperê, hêzên ewlehiyê bi bê hebûna belgeyên yasayî ev welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd” binçav kiribû.

Niha ev welatiyê Kurd li benda qarantîne ya girtîgeha navendî a bajarê Sineyê tê xwedî kirin.

Peyman Selevatî xelkê gundê Selevatava yê û rûniştiyê bajarê Sineyê ye.