Welatiyekî Kurd piştî banghêjkirin wî bo îdareya Îtila`atê, hate binçavkirin

18:39 - 7 Tebax 2021

Roja Pêncşemî 14`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Madih Fethî”, kurê Mihemed û xelkê bajarê Sineyê, piştî banghêjkirin wî bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiye bi tohmeta beşdarîkirin li rêûresma serxweşiya “Îdrîs Feqîhî” ku yek ji canjidestdayê Partiya jiyana azad a Kurdistanê “Pejak” bû, bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, hatiye banghêjkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: “Madih Fethî” piştî binçavkirinê dest avêtiye gireva birçîbûnê. 

Di roja Duşemî 20`ê Gelawêja sala 1399`an de, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li şareka “Beharan”ê êrîşkiribûne ser mala wî welatiyê Kurd û piştî wekolîna mala wî, navbirî binçavkiribûn.  

Di roja Duşemî 22`ê Reşemeya sala 1398`an de, çalakvana medenî û jîngeparêz û hawjîna “Madêh Fethî” “Seher Kazimî”, piştî bi dawîhatina heyama binçavkirina wê ji benda jinan a girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

Ew çalakvana medenî li meha Befranbara sala 1397`an, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi serokayetiya “Se`îdî”, bi tohmeta “hevldan li dijî tenahiya netewî” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan ku ew cezaye ji aliyê taya 4 a dadgeha pêdaçûna bajarê Sineyê ve bo 20 meh girtîgehê hatibû kêmkirin.

“Seher Kazimî”, li roja Pêncşemî 18`ê Gelawêja sala 1397`an, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin, herwisa li roja Pêncşemî 24`ê Xezelwerê, “Madih Fethî” hewjînê “Seher Kazimî”, çalakvana medenî û dayîka wê çalakvana medenî ya bi navê “Mehweş Emîrî”, piştî banghêjkirina wan bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne binçavkirin.