Welatiyekî Kurd piştî 2 meh ji binçavkirinê, hêj qedera wî nexuya ye

18:05 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Tevî derbasbûna nêzî 2 meh ji dema binçavkirina welatiyekî Kurd ê bi navê “Daryûş Mêhdîzade” kurê Nesrullah xelkê gundê “Balingan” û rûniştiyê bajarê Kamêranê, ji qedera wî welatiyê ti zanyariyek ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd li girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sineyê di bin lêpirsînê de ye û di heyama binçavkirinê de ji mafê hevdîtin digel malbata xwe û destpêregihîştina bi parêzer, hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: “Daryûş Mêhdîzade” li ajansa veguhastina rêvîngan (musafirberî) li bajarê Kamêranê mijûlê kar bûye.

Ew welatiye xwediyê jin û zarokekê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.