Welatiyekî kurd li Qurweya Rojhelatê Kurdistanê hat binçav kirin

15:26 - 29 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi girtina welatiyekî din ê Kurd, hejmara girtiyên kurd li vê mehê (Sermaweza Rojî) gehî bi 9 kesan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, welatiyekî Kurd ê xelkê Qurwe, di hefteya borî de, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hat girtin û wan ew bo cihekî nediya veguhastin.

Hadî Tehmasibî nasnameya welatiyê Kurd ê girtî ye ku bo cihekî nediyar hatiye şandin.

Di peywendî ligel vê pirsê, Kampaniya Berevanî kirin ji girtiyên siyasî û sivîl ragihadibû ku heya niha sedemên binçav kirina Hadî Tehmasibî ne zelalin.

Bi piştgiriya navenda amar a ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di heyamê meha Sermawez a Rojî de, 9 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî û Întizamiyê hikûmeta Îtranê ve hatine binçan kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di parêzgehên Rojhelatê Kurdistanê, bi sedema nebûna jêdereke nûçeyan û her wiha rewşa ewlekariya ku li ser welatiyan de hakim e, mimkin e rêjeya kesên binçav kirî ji wê serjmariyê jî zêdetir be.