Welatiyekî Kurd li “Hewramana Text” bo qurbaniya teqa hêzên leşkerî

17:08 - 18 Çirriya paşîn 2020

Evara roja Sêşemî 27`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Seidî Rostemzade” kurê Sahib xelkê bajarê Hewramana Text, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Ew welatiyê Kurd li Hewramana Text, di dema li peyketina kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve, li beranber dukana xwe, bi sedema teqeya berbelav a hêzên leşkerî canê xwe ji dest daye.

Çavkaniyeke agehdar bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Seidî Rostemzade ti pêwendiyek bi wan kasibkaran re nebûye û bi teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest daye.

Herwisa ew welatiyê Kurd bi sedema dijwariya birîna xwe di dema veguhastin bo navenda dermanî ya bajarê Merîwanê de, canê xwe ji dest dide.