Welatiyekî Kurd li girtîgeha hikûmeta Îranê de li benda bidar vekirinê ye

15:52 - 28 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê li girtîgeha Navendî ya bajarê Sine,  bo birêvebirina cezayê bidar vekirinê, ev bo odeya takekesî veguhastine.

Li gor agahiyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ciwanê Kurd yê bi navê “Rizgar Zendî”, temen 27 salî, xelkê bajarê Sine,  3`ê salan berî niha di aloziyên malbatî de rastî kuştina bizanebûn a kurmanmê xwe hatibû,  û navbirî niha li girtîgeha Navendî ya bajarê Sine de hepsiye û  cezayê bidar vekirinê bo birîne.

Herwisa wê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: Roja Pêncşemî  26`ê Îlonê Rizgar Zendî bo birêvebirina cezayî wî , ew bo odeya takekesî veguhastine.

Her di vê pêwendiyê de wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku: Biriyare cezayê bidarvekirina wî ciwanê Kurd roja Duşemî 30`ê Îlonê bê lidarxistin, û malbata navbirî û herwisa hejmarek welatî û çalakvanên medenî yên bajarê Sine,  bo vergirtina rizamendiya malbata xwediyê  kesê hatî kuştin û pêşî giritin ji bidar vekriina Rizgar, li hewldanê de ne.