Welatiyekî Kurd li Dîwanderê hate binçavkirin

13:10 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Dûşemî 5`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi  navê “Fuad Hebîbî” xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexûya hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heya niha li peyketinên malbata “Fuad Hebîbî” bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna wî nûçeyî, ji sedem û tohmeta ku bi ser navbirî de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.