Welatiyekî Kurd li devera Tirgewer a bajarê Urmiyê hate binçavkirin

11:47 - 23 Gulan 2020

Roja Pêncşemî, 21`ê Gulanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Îslam Enbaxûn”, xelkê gundê “Kurane” ya girêdayê devera “Tirgewer” a bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên kinc şexsî ve hate binçavkirin.

Hêzên kinc şexsî di gundê “Mawane” ya navenda devera “Tirgewer” de bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî ser maşîna wî welatiyê Kurd kirin û piştî çend teqeyên rû be esman, navbirî binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Heya niha ti zaniyariyek ji derheq binçavkirina wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî de berdest nîne û li peyketina malata wî jî bê encam maye.