Welatiyekî Kurd li cihê kar de hat binçavkirin

18:04 - 10 Hezîran 2022

Roja Sêşemî 17`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Şapûr Muradî” xelkê gundê “Tengîser” yê girêdayî bajarê “Sine”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê li cihê karê xwe ya li şeqama “Xefûrî” ya bajarê “Sine” yê, bo cihek nediyar hat veguhastin.

Pêka çavkaniyek agehdar hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçavkirine.

Herwisa wê çavkaniyê basa vê yekê jî kiriye ku, heta niha lipeyketina malbata Muradî bona agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Şapûr Muradî” hatine sepandin, ti zanyariyek serast ji ber dest nîne.