Welatiyekî Kurd li bjarê Şinoyê piştî dadgehîkirina wî bo girtîgehê hate veguhastin

18:33 - 7 Tebax 2021

Roja Şemî 16`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Awat Mihemedpûr” kurê Bayezîd û xelkê bajarê Şinoyê, piştî dadgehî kirina wî bo cîbecîkirina zecaya sepandî bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin. 

Ew welatiye li roja 11`ê Rêbendana sala 1399an, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina heyama lipêrsînê hatibû azadkirin.

“Awat Mihemedpûr” li dawiya sala derbasbûyî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Şinoyê ve bi 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezakirin