Welatiyekî Kurd li bajarê Urmiyê bi danîna barimteyê hate azadkirin
17:58 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2021
Roja Şemî 26`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ceifer Hesenpûr”, temen 42 salî, kurê Sidîq, xelkê gundê “Kanîreş” û rûniştiyê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate azadkirin.
Ew welatiye bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayek demkî heya qonaxa dadgehîkirinê hatiye azadkirin.
Navbirî roja Çarşemî 19`ê Cozerdanê, piştî gazîkirin bo Îtila`ata Spahê hate binçavkirin.
Heya niha tohmeta ku bi ser Ceifer Hesenpûr de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.