Welatiyekî Kurd li bajarê Tehranê hate binçavkirin/ welatiyek jî ji girtîgeha bajarê Merîwanê hate azadkirin

17:03 - 11 Adar 2021

Roja Çarşemî 20`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ebdulrehman Ebdî”, xelkê gundê “Silên” yê ser bi bajarê Sewlava, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Taranê hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Ebdulrehman Ebdî” de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.

Hewdem digel binçavkirina wî welatiyê, welatiyekî din yê bi navê “Ekrem Edwayî” xelkê gundê “Silên” yê ser bi bajarê Sewlava, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hate azadkirin.

Ew welatiye, roja Sêşemî 23`ê Befranbarê, digel welatiyek din yê bi navê “Siyamek Edwayî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Ekrem Edwayî” piştî binçavkirinê, bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê hatibû veguhastin, û heta niha ji sedema binçavkirin û tometa ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.