Welatiyekî Kurd li bajarê Şîrazê hate binçavkirin

17:52 - 29 Tebax 2020

Roja Înê 7`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mehdî Îbrahîmzade” kurê “Îbrahîm”, temen 37 sal û xelkê bajarê Serdeştê, li bajarê Şîraz a ser bi parêzgeha Fars, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeya yasayî hatiye binçavkirin û piştre bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, wî welatiyê Kurd ola xwe ji bislmanetiyê ve bo ola mesîhiyetê gohirî ye û bi wê sedemê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

 “Mehdî Îbrahîmzade” xwediyê Jin û 2 Zarokên 7 salî û 1 salî ye.

di heyama çend rojên derbas bûyî de welatiyekî Kurd yê bi navê “Şêrko Siyavoşî” kurê “Mihemed”, temen 37 sal û xelkê bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hetibû binçavkirin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin. Wî welatiyê Kurd jî ola xwe bo ola mesîhiyetê gohirî bû.