Welatiyekî kurd li bajarê Şinoyê hate binçavkirin

18:16 - 17 Tebax 2021

Roja Dûşemî 25`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Serdar Alanî”, kurê Luqman û xelkê gundê “Sîngan’”ê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî yên ser bi Îtla`ata Spahê li binkeya vekolînê ya di navbera gundê “Sîngan” û bajarê Şinoyê de, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî navbirî binçav kirin.

Hewisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Ew welatiye piştî binçavkirinê bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

“Serdar Alanî” xwêndekar û derçûyê warê werziriyê ye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.