Welatiyekî Kurd li bajarê Şinoyê hate binçavkirin

17:33 - 29 Hezîran 2021

Roja Yekşemî 6`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Riza Êzet Tac”, xelkê gundê “Şawanê” yê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.

Heta niha lêpeyketinên malabata wî welatiyî bona agehdar bûn ji qedera kurê xwe bi encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Riza Êzet Tac” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Di wê derheqê de, roja Yekşemî 6`ê Pûşperê, welatiyekî din ê xelkê gundê “Şawanê”, yê bi navê “Şoreş Mehmûdiyan” û kurê Mecîd, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo ciheke nexûya hatiye veguhastin.