Welatiyekî Kurd li bajarê Şinoyê hate binçavkirin

16:08 - 27 Çirriya pêşîn 2020

Roja Duşemî 5ê Xezelwerê, welatiyek Kurd yê bi navê “Faruq Ezîzî” kurê “Mihemed” temen 39 salî û xelkê gundê “Bêmzurtê” yê bajarê Şinoyê piştî banghêjkirin bo îdareya Îtilaatê wî bajarî hate binçavkirin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd ji rêya pêwendiyek telefonî ve bo îdareya Îtilaata bajarê Şinoyê hate banghêjkirin û piştre hate binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, hêzên ewlehî ji dana her bersivek derheq qedera wî weltiyê Kurd bi malbata wî re xwe parastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.