Welatiyekî Kurd li bajarê Şinoyê bi sedema hejariyê dawî bi jiyana xwe anî

Roja Sêşemî 6`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê ‘’Cemal Dûrbaş’’ di nava yek ji rezên gundê ‘’Asnavê’’ ê wî bajarî de dawî bi jiyana xwe anî.

Ew welatiyê kurd, xelkê gundê ‘’Kanîbax’’ ê navçeya Lacan a ser bi bajarê Pîranşehrê bû û bi sedema hejariyê dawî bi jiyana xwe anîbû.

Herwisa ew welatoye temenê wî nizî 40 sal bû û li gundê Singan ê ser bi bajarê Şinoyê şivan bûye û bi rêya bidarvekirinêve dawî bi jiyana xwe aniye.