Welatiyek Kurd li Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:30 - 15 Hezîran 2021

Roja Sêşemî 25`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mikaîl Minberî”, xelkê gundê “Niyer” û rûniştiyê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî navbirî binçav kirine.

Herwisa Hêzên ewlehî piştî vekolîna mala “Mikaîl Minberî”, hin ji keresteyên wî digel xwe birine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.