Welatiyekî Kurd li bajarê Sineyê 9 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin

18:24 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2021

Taya 4 a dadgeha pêdeçûnê ya bajarê Sineyê, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Baneyê “Saman Kerîmî”, bi 9 sal girtîgehê ceza kir.

Pêka hukmê dadgeha pêdeçûnê ku li roja Şemî 26`ê Pûşperê bi ser Saman Kerîmî de hate sepandin û ragihandin, ew girtiyê siyasî yê Kurd bi tohmeta “lidarxistina Kombûn bi dijî tenahiya welat” , bi 4 sal girtîgehê û bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî ên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 4 sal girtîgeh û herwisa bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”, bi 1 sal girtîgehê hatiye cezakirin.

Pêka madeya 134 a yasaya cezakirina Îslamî ya pesendkiriya sala 1392an, dijwartirîn ceza anku 4 sal girtîgeha te`izîrî bo wî girtiyê siyasî di gorê de ye.

Roja Pênşemî 14`ê Reşemya sala 1399an, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Baneyê “Saman Kerîmî”, bi danîna barimteyê bi awayeke demkî heya qonaxa dadgehîkirinê, ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

Cezaya îdamkirina “Saman Kerîmî” berê ji aliyê dîwana bilind a welat ve hatibû retkirin û dosyeya navbirî bo pêdeçûnê careke dinê bo taya 1 a dadgeha şoreşa bajarê Sineyê wekî taya hevalî, hatibû şandin. 

Ew girtiyê siyasî, bi danîna barimteya 1 milyard Tumenî ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, kombûna dawî ya dadgehîkirina wî girtiyê siyasî, li 9`ê Reşemeya îsal, bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî ên dijberî hikûmeta Îranê”, hatibû lidarxistin û piştre navbirî bi danîna barimteyê ji girtîgeha Sineyê hate azadkirin.

Cezaya îdamkirina wî girtiyê siyasî, bi sedema hebûna pirsgirêkên lêpirsînê, li taya 27 a dîwana bilind a welat li bajarê “Qum”ê hatibû redkirin û dosyeya navbirî bo lêkolînê careke dinê bo dadgehê hatibû şandinê.

Ew girtiyê siyasî, li rêkefta 17`ê Xezelwera sala 1397an, li girê “Silêman Beg”ê li bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên îtla`ata Spahê ve, hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha biryargeha Şaramfer a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

“Saman Kerîmî”, piştî sê meh binçavkirinê ji girtîgeha biryargeha Şaramfer a bajarê Sineyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin û li heyama binçavkirinê de li “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bê parkirin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd, li 21`ê Xezelwera sala 1398an, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Seîdî” ve, bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, hatibû dadgehîkirin  û li rêkefta 13`ê Sermaweza hemen salê, cezaya îdamkirin û 11 sal girtîgeha te`izîrî bi navbirî hatibû sepandin û ragihandin.  

Dosyeya wî girtiyê siyasî li 11ê befranbara sala 1398an bo dîwana bilind a welat hatibû şandin.