Welatiyekî Kurd li bajarê Sine hate desteserkirin

13:55 - 18 Îlon 2019

Ajansa kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin û bo ciheke nexûya veguhastin.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çend roj berî niha, welatiyekî Kurd bi navê “Goran Xudamoradî” ê temen 35 salî, kurê “Eladîn” ê xelkê gundê “Şiyan” a girêdaya bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtla`atê ve hatibû desteserkirin.
Ew welatiyê Kurd, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên Opozisiyon ên hikûmeta îranê”, hatibû destesrkirin û bo cihekî nexûya ve veguhatstin.

Lê heya niha şopandina malbata wî, li derheq qeder û cihê mana navbirî bê encam maye.