Welatiyekî Kurd li bajarê Sayînqela ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

18:23 - 25 Tebax 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hêmin Ebdî” kurê Ebûbekir û xelkê gundê “Qanzalî” ya girêdayî bajarê Sayînqelayê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîşkirine ser mala wî û navbirî binçav kirin.

Wê çavkaniya agehdar got: Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bona lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Miyandavê hatiye veguhastinê.

Herwisa wê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye: Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê binçav kirine.

“Hêmin Ebdî” xîzandar e û piştî binçavkirinê heta niha ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.