Welatiyekî Kurd li bajarê Pîranşehrê hate binçavkirin

17:11 - 5 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 12`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemed Mehmûdî” xelkê gundê “Zêve” a ser bi bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: Heya niha lipeykevtina malbata “Mihemed Mehmûdî” ji derheq qedera kurê wan bê encam maye.

Herwisa wê çavkaniyê di wê derheqêda got: Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heya dema bilavkirina vê nûçeyê, ji qeder û cihê ragirtina wî welatiyê xelkê bajarê Pîranşehrê ti zanyariyek di ber dest de nîne.