Welatiyekî Kurd li bajarê Pîranşarê hate binçavkirin

17:47 - 25 Çirriya pêşîn 2021

Roja Yekşemî 2`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hêmin Erzen”, kurê Hisên û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heya niha lêpiketinên malbata “Hêmin Erzen”, bo agehdar bûn ji qedera navbirî bi encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dset de nîne.