Welatiyekî Kurd li bajarê Pîranşarê hate binçavkirin

17:18 - 18 Tebax 2021

Roja Sêşemî 26`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Selah Osmanî” temen 44 salî, xelkê gundê “Xirape”yê û rûniştiyê gundê “Rizgarî(Karxane Qend)”ê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin. 

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, ew welatiye binçav kirine.

Ew welatiye piştî binçavkirinê bo ciheke nexuya hatiye veguhastine û heya niha, ji qedera wî ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmeta ku bi ser “Osman” de sepandine ti zanyariyek ji ber dest de nîne.