Welatiyekî Kurd li bajarê Pîranşarê hate binçavkirin

18:20 - 2 Gulan 2021

Roja Şemî 4`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Elî Bezazî” ê kurê “Îsmaîl” xelkê gundê “Zêwe” ê ser bi bajar Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine û piştre bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Ew welatiye, di heyama binçavkirinê de li “destpiragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” bêpar kiribûn û lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heta dema belvbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.