Welatiyekî Kurd li bajarê Pîranşarê hate binçavkirin

17:24 - 8 Şibat 2021

Roja Yekşemî 19`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Teha Ateşefraz” yê xelkê Kunexana ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Heta niha lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji çarenivîsa kurê xwe bê encam bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.