Welatiyekî Kurd li bajarê Pîranşarê bi sedema teqîna mînê birîdar bû

16:54 - 3 Adar 2021

Roja Sêşemî 12`ê Reşeme, cotyarek yê bi navê “Setar Ezherî”, xelkê gundê “Likbin” yê ser bi bajarê Pîranşarê, bi sedema teqîna mînê birîndar bû.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatî di dema cotyariyê de rastî Wê bûyerê hatiye.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand, ew welatî bo çareseriya pizîşkî  bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Pîranşarê hatiye veguhastin.

Hewdem di vê rojê de,  fermandarê bajarê Qesraşîrîn ragihandiye ku yek ji koçeriyên devera “Sumar”, bi sedema teqîna yek ji mînên bi cihmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de, destê wî birîndar bûye.

Ew welatiye di dema çirandina bezên xwe de rastî wê bûyerê hatiye.

Herwisa di wê derheqê de, roja Duşemê 4`ê Reşeme, yek ji mînên bi cihmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de li bajarê Qesirşîrîn, bû bi sedema vê yekê ku zarokekî temen 7 salî dest û lingê wî birîndar bibe.

Roja Şemî 25`ê Rêbendanê, zarokek bi sedema teqîna mînê li bexşa deşta Ebas ya ser bi bajarê Dêhloranê, destê xwe ji dest da.