welatiyekî Kurd li bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:10 - 1 Tebax 2021

Roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hêmin Qeredaxî”, kurê Husên û xelkê gundê “Îndirqaş” ê ser bi devera navendî ya bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî, êrîş kirine ser gundê “Endirqaş”ê û ew welatiye bi bê hebûna ti beleyeke yasayî di dukana wî de binçav kirine.

“Hêmin Qeredaxî”, di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî azar û îşkenceyê hatiye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.