Welatiyekî Kurd li bajarê Mihabadê hate binçavkirin

17:15 - 23 Gulan 2021

Roja Înê 31`ê Banemer, welatiyekî Kurd ê bi navê “Qasim Ezîziyan”, temen 28 salî, kurê Resûl û xelkê gundê “Lec” ê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî ser mala wî welatiyî kiribûn û navbirî binçav kirine.

“Qasim Ezîziyan”, piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, li sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyî de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.