Welatiyekî Kurd li bajarê Mihabadê hate binçavkirin

17:22 - 17 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 27ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Emîr Bayezîdazer”, kurê Mistefa û xelkê gundê “Lec” yê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Mihabadê hate veguhastin.

Tevî lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe, hêzên ewlehî ti zaniyariyek nedane malbata wî welatiyê Kurd.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.