Welatiyekî Kurd li bajarê Merîwanê hate binçavkirin

18:01 - 12 Hezîran 2021

Roja Sêşemî 18`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd yê bi navê “Husên Ferecî” 44 salî û kurê Mihemed û xelkê gundê “Lencava” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî li gundê “Lencava” êrîş kirine ser mala wî welatiyê û bi bê hebûna ti belgeyên yasayî navbirî binçav kirine.

Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hate veguhastin.

“Husên Ferecî” di heyama binçavkirina xwe de, ji hewdîtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.