Welatiyekî Kurd li bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:22 - 2 Gulan 2021

Roja Duşemî 30`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd ê bi navê “Farûq Qazî” ê temen 24 salî yê xelkê gundê “Korere” yê ser bi bajarê Kamyaranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve, hate binçavkirin.

Ew welatiye bi bê hebûn ti belgeheke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li mala xwe de hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

“Farûq Qazî” li heyama binçavkirinê de li “destpêragihîştina bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” bêpar bûye.

Tevî lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina kurê xwe, hêzên ewlehî ji bersiveke serast bi wan re xwe parastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkitrin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.