Welatiyekî Kurd li bajarê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

12:03 - 30 Îlon 2021

Roja Yekşemî 4`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “ Arman Esedî” xelkê bajarê Dîwanderyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî di cihê karê wî de binçav kirine û navbirî bo lêpirsînê bo girtîgeha “Şaramfer” li bajarê Sine yê veguhastine.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd li roja Duşemî 5`ê Rezberê, li peywendiyek kurt a telefonî digel malbata xwe, binçavkirina xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve piştrast kiriye ku di girtîgeha “Şaramfer” a bajarê Sineyê de ye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedem û tohmeta ku bi ser “ Arman Esedî” hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.