Welatiyekî Kurd li bajarê Dîwandereyê hate binçavkirin

17:36 - 17 Kanûna pêşîn 2020

Êvareya roja Sêşemî 25ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Aram Îsmaîlî” temen 35 salî û xelkê bajarê Dîwandereyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçav kirine.

Heya niha lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd, bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina kurê xwe bê encam maye.

“Aram Îsmaîlî” xêzandar û xwediyê du zarokan ne.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê ji sedem û tohmeta ku bi ser wî welatiyê kurd de hatî sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.