Welatiyekî Kurd li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

18:00 - 24 Tebax 2022

Roja Şemî 29ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Husên Ehmedî” kurê “Ebûbekir” xelkê gundê “Baxçe” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd li cihê karkirina wî de li “Mîrava” ya bajarê “Bokan”ê binçavkirine.

Heta niha lipeyketina malbata wî bona agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema girtin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.