Welatiyekî Kurd li bajarê “Bokan”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

18:46 - 13 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 20ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îsmaîl Kerîmî” temen 44 salî û xelkê gundê “Şewrîce” û rûniştiyê gundê “Mîrava” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî binçavkirine û bo cihek nediyar veguhastine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar daye zanîn: Hêzên ewlehî destavêtine bi vekolîna mala wî û beşek ji kelûpelên navbirî digel xwe birine.

Lipey ketina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam maye.

Heta niha ji sedem û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin, ti zanyariyek ji ber dest  tune ye.