Welatiyekî Kurd li bajarê Bokanê hate binçavkirn

17:05 - 24 Kanûna Paşîn 2021

Roja Pêncşemî 2ê Rêbendanê, welatiyek Kurd yê bi navê “Mihyedîn Şame” yê xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.

Yek ji kesê nêzî wî welatiyê bi Ajansa Nûçegihaniya  “Kurdpa”yê re ragihand: Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala Mihyedîn Şame û navbirî binçav kirine.

Wê çavkaniya agehdar herwisa gotiye: “Hêzên ewlehî tevî lipeyketina malbata wî welatiyê ji çarenivîs û cihê ragirtina kurê xwe, hêzên ewlehî li dana her core zanyariyek ron xwe diparêzin”.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Xuyanebûna çarenivîsa Mihyedîn Şame, nigeraniya malbata wî li pey xwe aniye”.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi wer wî welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Bokanê de hatî sepandin, ti zanyariyek ji ber dest nîne”.