Welatiyekî Kurd li bajarê Bokanê hate binçavkirin

18:36 - 10 Tebax 2021

Roja Duşemî 18`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Reşîd Rehîmî” xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hate binçavkirin.

Ew welatiye bi bê nîşandana ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatiye binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin. 

Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd, êrîş kirine ser mala wî û piştî vekolîna mala wî, hinek ji kelûpelên wî yên kesîn digel xwe birin.

Heta dema bilavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Reşîd Rehîmî”, hatiye sepandinê ti zanyariyek li ber dest nîne.