Welatiyekî Kurd ji girtîgeha Êvînê hate azadkirin

18:12 - 9 Gulan 2020

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Emîr Selîmîeqdem” xelkê bajarê Mihabadê, mehek beriya wê ku hepsa wî bidawî were, di benda 4 a girtîgeha Êvînê de hate azadkirin û çûna wî bo dereveyê welat jî hate qedexekirin.

Ew hepsiye li dema derbaskirina hepsa xwe ya 5 salî, di girtîgeha Êvînê de bûye. Ew welatiye dibe li derheq gengeşekirin li rewşa xwe “bo wê ku çûna wî bo dereveyê welat hate qedexekirin” û bo vêdebirina wê biryarê serdfana îdareya “Pasport”ê bike.

“Emîr Selîmîeqdem”, mamostayê berê yê zanîngeha Azad a Mihabadê bûye û di rêketa 11`ê Reşeme ya sala 1395`an de, bo beşdarîkirin di semînarekê li derheq tundrewên mezhebî, bi “bangnameya sor” bo bajarê Tehranê hate gazîkirin û ji aliyê hêzên Wezareta Îtila`atê ve di balafirxaneya Mêhrabad a wî bajarî de hate binçavkirin û bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hate veguhstin. Navbirî piştî mehek lêkolîn bo benda 7 a salona 12 ya girtîgeha Êvbînê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mihabadê, di taya 1 a lêkolîna dadserî ya Êvînê bi serokayetiya “Elî Qena`etkar” bi tohmeta alîkarîkirina digel dewleta Erebistanê hate cezadan. Navbirî herwisa di taya 15 a dadgeha şoreş a bajarê Tehranê bi berpirsayetiya “Ebulqasim Selewatî” bi 10 sal hepsa te`izîrî hate cezadan û di dawiyê de di qonaxa pêdaçûnê de, ji aliyê taya 36 a dadgeha pêdaçûn a parêzgeha bajarê Taranê ve bi serokayetiya “Ehmed Zerger” bi 5 sal hepsa te`izîrî û bi dana pereyê nextî hate cezadan.

“Emîr Selîmîeqdem”, sala 1358`an li bajarê Mihabadê ji dayîk bûyê û pêş li binçavkirinê navbirî mamopstayê zanîngeha Azad a bajarê Mihabadê bû. “Emîr Selîmîeqdem” xwediyê duktoreya “Fêqh û Mebanînî maf” e.