Welatiyekî Kurd ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

17:52 - 19 Tebax 2020

Roja Çarşemî 29`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Rehîm Mehmûdîazer”, hepsiyê siyasî yê Kurd ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Roja Yekşemî 17`ê Xakelêwe, ew hepsiyê siyasî bi sedema 9 meh heps, bi tohmetqa “derbasbûn ji sînor”, ji girtîgehê nehate berdan.

Pêka gotina çavkaniyeke agahdar ji girtîgeha bajarê Urmiyê, ew hepsiyê siyasî 5 meh bi tohmeta “derbasbûn ji sînor” di girtîgehê de bû ye.

Di meha Reşeme ya sala 1398`an de, ew hepsiyê siyasî ber bi lêxweşbûna roja Newrozê ya Dezgeha Dadwerî kevtibû.

Roja Sêşemî 6`ê Reşeme ya sala 1398`an, “Rehîm Mehmûdîazer” di nerizayetiya xwe bo azadiya bê merc dest avêtibû bi gerevgirtina birçîbûnê.  

Ew hepsiyê Kurd xelkê bajarê Urmiyê, di meha Banemer a sala 1397`an de, ji aliyê taya 3 ya dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve bi serokayetiya Dadwer “Riza Necefzade” bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî Hikûmeta Îranê” bi 5 sal hepsa te`izîrî, û herwisa bi tohmeta “kombûn û tebanî” bi 5 sal hepsa te`izîrî û bi tohmeta “piropagendekirin li dijî nizamê” bi salek hepsa te`izîrî hatibû cezadan.

Cezaya wî hepsiyê siyasî di taya yek a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de hate pejirandin û li gor madeya 134 a yasaya cezayên Îslamî 5 sal ji wan 11 salên wî, dibe wekî “eşed”a cezayê bê cîbicîkirin.