Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:38 - 12 Kanûna pêşîn 2021

Sibêdeha Îro Yekşemî 21`ê Sermawezê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ferheng Êvezî”, kurê “Mihemedelî”, temen 30 salî û xelkê gundê “Tengîser”ê ser bi devera Jawero ya girêdayê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî binçavkirin. 

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: “Hêzên ewlehî li dema binçavkirina Ferheng Êvezî bêrêzî bi navbirî û malbata wî kirine û herwisa ew welatiye kutane û îşkence kirine.” 

Heta niha lipeykevtinên malbata navbirî bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Ferheng Êvezî” de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.