Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:16 - 20 Çirriya paşîn 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Mehdî Parseng” kurê “Heyder” temen 30 salî û xelkê bajarê “Serpêlêzehaw” ê ser bi Parêzgeha Kirmanşanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar ew welatiyê Kurd li destpêka meha Xezelwerê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û di wê heyamê de li “destpiraghîştin bi parêzer” û “ çavpêkevtin digel malbata xwe” hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: “Heya niha lêpeyketinên malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encamp mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.